Yekîtiya Cotkar û Sewalvaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordînaya Komeleya Hespên Erebî, Mîhrîcana Pêşbaziya Hespan a Herêma Cizîrê, li dar xist .
Mihrîcan li bajarokê Til Marûf ê Navçeya Tirbespiyê ya Qamişloyê bi beşdariya 80 siwaran hate li dar xist .
Tê de nûnerên Rêveberiya Xweser, şêx, rûspiyên eşîran, nûnerên partiyên siyasî û pêkhateyên Herêma Cizîrê beşdar bûn .
pêşbazî bi 10 geran ji hêla beşdaran ve dest pê kir û di her gerekê de 3 siwar bi serketin.
Di dawiyê de 30 siwarên di 10 geran de bi serketine hatin xelatkirin .
