CENAZEYÊ ŞEHÎD SAKÎNE ÎSMAÎL BI MERASÎMEKE GIRSEYÎ LI ŞEHBAYÊ HAT OXIRKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan koçberên Efrînî û xelkên Şehbayê bi merasîmeke girseyî cenazeyê Şehîd Sakîne Îsmaîl ya ku di êrîşa Tirkiyê de şehîd bibû, oxir kirin.

Sakîne Îsmaîl ku şeva 23’ê Cotmehê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de birîndar bibû, ji ber birînên xwe yên giran roja pêncşemê gihaşte asta şehadetê.

Îro bi sedan koçberên Efrînî û xelkên Şehbayê cenazeyê Şehîd Sakîne Îsmaîl oxir kirin.

Di merasîma oxirkirinê de axaftin hatin kirin û êrîşên Tirkiyê yên li dijî gelê herêmê hatin şermezarkirin.

Her wiha soza domandina rêya şehîdan hate dayîn.

Di dawiyê de wesîqeya şehadetê radestî malbatê hate kirin û cenaze bi dirûşmeyên Şehîd namirin, hate oxirkirin.

Share This Article