FELSEFEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK BI PANELEKÊ LI QAMIŞLO HAT NÎQAŞKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê derbarê nîqaşkirina pîvan û hîmên neteweya demokratîk de, li Qamişlo panêleke diyalogê li dar xist.

Bi dehan endamên PYD’ê, Tevgera Civaka Demokratîk û Yekîtiya Rewşenbîrên Qamişlo li baxçeyê xwendinê yê bajêr beşdarî panêlê bûn.

Di panelê de, mijarên weke pîvan, neteweya demokratîk û felsefeya neteweya demokratîk hatin nîqaşkirin.

Beşdarên panelê diyar kirin ku neteweya demokratîk nûnertiya hemû civakan dike.

Panel bi wergirtina nerînan û nîqaşê bi dawî bû.

Share This Article