Dibistan û akademiya Bratî ya futbolê ji dema damezirandina xwe de 2014’an û heta niha rê li pêşiya kêrhatiya zarokan yên sporê vedike.
Rahênerên akademiyê ji Rojav Tv re diyar kir ku armanc wan ji fêrkirina zarokan bo lîstika fotbolê ewe ku zarok dûrî pirsgirêkên kolanan bikevin.
Yekem dibistana futbolê bi navê Bratî di sala 2014 li bajarê Terbespiyê hatiye damezrandin û piştire şaxê wê li bajarê Qamişlo, Amûdê û Laziqiyê hatine vekirin.
her wiha wekî yekem akademî di sala 2024 mijûlnameya fermî di asta zêrîn a herî bilind li Sûriyeyê bi dest xistiye.
Dibistana Bratî deriyê xwe 3 mêhan di salê de ji lîstkvana re di bin çavdêriya 30 rahêner û rêvebirên pispor li herêmên parêzgeha hesekê vedike.
Biratî armanc dike ku pêşerojek geş û derfrteke cîhanî li pêşiya zarokên ku bûne qurbanê şoreşa rojavayê kurdistanê peyda bike.
Rahênera Sporê ya bi navê Lava Eko ji Rojav Tv re diyar kir ku gelek keçan sînorê hişmendiya civkê şikandine û lîga sûrî di fotbolê de wergirtine.
Ji aliyê xwe ve rahîner Qezafî Ismet diyar kir ku armanc wî ji fêrkirina zarokan bo lîstika fotbolê ewe ku zarok dûrî pirsgirêkên kolanan bikevin.
Rêveberiyê Giştî Yê Dibistan û Ekadimiya Bratî Besam Xelef jî anî ziman ku ew ji bajarê Almaniya hatiye welet da ku daxwaz- pêşinyar û nerînên malbatên zarokan di dibistan û ekadimiya Bratî de nas bike.
