MSD’Ê BI PANÊLEKÊ PEYMANA 10’Ê ADARÊ Û MAFÊ VEGERÊ NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Di bin dirûşmeya ”peymana 10’ê adarê û mafê vegerê” Meclisa Sûriya Demokratîk li bajarê Hesekê panêlek li darxist.

Di panêlê de nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û hejmarek ji koçberên Efrîn û Serê Kaniyê beşdar bûn.

Panêl bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre sinifizyonek li ser binpêkirinên ku di derheqê koçberan de hatine kirin, hate pêşkêşkirin.

Her wiha li ser binpêkirinên li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî parêzeran diyar kirin ku koçberî, kuştin û wêrankirina cihên arkeolojîk berdewam dikin.

Di dawiyê de panêl bi encamnameyekê bi dawî bû tê de tekezî li ser naskirina mafê vegerê û redkirina guhertina demografîk û misogerkirina vegereke bi ewle hate kirin.

Share This Article