Ofîsa Jin a Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê ya bajarê Helebê jî bi sernavê ” Edeleta Veguhêz Û Aşîtiya Navxweyî Bi Venêrîna Jina Sûrî”semînerek da.
Semîner bi beşdariya 60 jinên çalakvan, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl li hola Sîzir a li bajêr hat dayîn.
Di semînerê de du mijarên bi navê “Edeleta Veguhêz Û Aşîtiya Navxweyî Bi Venêrîna Jina Sûrî” û Edeleta Veguhêz di çarçoveya qanûnî de hatin nirxandin.
Di nirxandinan de hat gotin ku, astengiya herî mezin a li pêşiya pêkanîna edaleta veguhêz li Sûriyê hebûna hêzên derve û dagirkirina Tirkiyê ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re ye.
Her wiha Jinan balkişandin ser cîbicîkirina biryara 1325 ya ku tê de behsa beşdarbûna jinan di avakirina aşitiyê de dike, û Peymana li ser Rakirina Hemû Cûreyên Cudakariyê li Dijî Jinan kirin.
Piştî nirxandinan deriyê nîqaş û pêşinyaran li ber beşdaran hat vekirin.
