Dewleta Tirk a dagirker 20’ê çileya 2018’an êrîşî Efrînê kir û piştî berxwedaniyeke 58 rojan dewam kir Efrîn hate dagirkirn.
Ji bo salvegera despêkirina êrîşên li dijî Efrînê Seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser got ji dema dagirkirina Efrînê û heta niha hê jî berxwedanî didome.
Dewleta Tirk a dagirker û alîgirên wê bi bêdengiyeke Rûsî Emerîkî 20’ê çileya 2018’an êrîşî Efrînê kir û 18’ê Adara 2018’an Efrîn dagir kir.
ji wê demê ve û heta niha sûcên binpêkirin, qutkirina daran, dizîn û talankirina şûnwaran, her wiha revandin û tecawiziya li jinan dewam dike.
Di derbarê mijarê de Seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser Edalet Umer diyar kir ku ji dagirkirina Efrînê ve berxwedaniyeke mezin bi armanca rizgarkirinê tê kirin.
Edalet Umer di dewama axaftina xwe de got ku Dewleta Tirk bi hemû rê û rêbazan hewl dide doza kurdî, Rêveberiya Xweser û destekeftiyên herêmê binpê bike.
Bi berdewamiya dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê ku derbasî sala 6 an dibe, êş û azarên Efrîniyên koçberî herêmên din bûne dewam dikin.
