Têkildarî banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan ku duh bi dîmen hate weşandin, şêniyên herêmê daketin qadan û şahiyên girseyî li dar xistin.
Piştî 26 salan cara yekemîn duh peyameke bi dîmen ya Rêber APO li ser ANF’ê hate belavkirin.
Peyama Rêber APO li seranserî cîhanê deng veda û dilê bi deh milyonan azadîxwazan geş kir.
Qadên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê veguherîn tabloyên ji şahî û hêviyê, bi hezaran şênî ji bo silavkirina banga Rêber Abdullah Ocalan pîrozbahî li dar xistin.
Xelkên bajarê Qamişlo, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên rêveberiya xweser banga dîrokî ya Rêber Abdelah Ocalan bi şahiyeke girseyî li parka azadî pîroz kirin.
Di şahiyê de li peyama Rêber APO hate guhdarkirin, stran hatin gotin û govend hate gerandin.
xelkên bajarê Kobanê jî bi erebeyên xwe yên bi al û wêneyên Rêber Apo xemilandine li kolanan geriyan û bi qêrînên bê serok jiyan be kêfxweşiya xwe nîşan dan.
piştî gerîna li kolanan, xelkên Kobanê Li qadan dengê stranên şoreşgerî bilind kirin û govend gerandin.
li bajarê helebê jî, Bi sedan welatiyên taxa şêxmeqsûd û eşrefiyê bi erebeyên xwe yên bi wêneyên Rêber Apo xemilandine, li kolanan geriyan.
piştî gerîna bi erebeyan, peyama rêbertî bi zimanên kurdî erebî hat guhdarkirin.
01:38—02:00j
Li seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê welatî bi daketina qadan careke din piştrast kirin ku heta dawiyê ew li pişta Rêber APO ne.
