DI ROJA SÊYEMÎN A OPERASYONA EWLEHIYÊ DE 4 ÇETEYÊN DAIŞ’Ê HATIN GIRTIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Di roja sêyemîn a Operasayona ewlehiyê ya li kampa Holê û derdora wê de 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Operasyona ewlehiyê ya ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin ve li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê hatiye destpêkirin ket roja xwe ya sêyemîn de.

Operasyon bi piştgiriya YPJ û QSD’ê li beşên kampê bi lêgerîn û paqijkirinê dewam dike.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn raghand ku di roja sêyemîn a operasyonê de 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin, her wiha çekek kalaşnîkov, rextek û çend mermî hatin desteserkirin.

Kampa Holê 45 k.m li rojhilatê bajarê Hesekê ye, yek ji kampên herî xeternak li cîhanê ye.

Di kampê de tevî 13 hezar û 124 penaberên iraqê û 15 hezar û 805 koçberên sûrî, 6 hezar û 385 jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê dimînin.

Share This Article