Bi deh hezaran xelkên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê cenazeya Fermandar û pêşengê Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî bi merasîmeke heybet oxir kirin.
Di merasîma Oxirkirinê de û Piştî axaftina Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê Mazlûm Ebdî Wesîqeya şehadetê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.
Fermandar Nûredîn Sofî bi merasîmeke leşkerî ya Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê, Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê hate oxirkirin
Cenazeyê Fermandar û pêşengê Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî bi tilîlî û dirûşmeya “Şehîd Namirin” ji qada merasîmê Stada Şehîdên 12’ê Adarê ber bi Pekrewangeha şehîd Delîl Sarûxan ve hate birin.
Merasîmê bi perzkirina dirûşma “Şehîd Namirin” bi dawî bû.
