DI ROJA DUYEM A OPERASYONA KAMPA HOLÊ DE 16 ÇETEYÊN ‎DAIŞ’Ê HATIN GIRTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Operasyona Hêzên ewlekariya hundirîn ya li Kampa Holê di roja xwe ya duyemîn de dewam dike. Di roja duyan de 16 endamên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin. Her wiha miqdareke çekên sivik jî hatine desteserkirin.

Rêveberên operasyonê dibêjin, ew ê bi hemû awayan rê li ber jinûvezindîbûna DAIŞ’ê bigrin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPJ’ê û QSD’ê bi armanca jinavbirina şaneyên razayî yên DAIŞ’ê duh li kampa Holê dest bi operasyoneke ewlehiyê kirin.

Di roja duyem a operasyonê de ku li beşên Muhecîrat û penaberên Iraqî bi rê ve diçe, 16 endamên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin. Her wiha miqdareke çekên sivik jî hatine desteserkirin.

Rêvebera Jin a hêzên ewlekariya hundirîn ya kantona Cizîrê Zînê Hesen behsa armanc û awayê rêveçûna operasyonê dike.

Her wiha rêvebera hêzên ewlekariya hundirîn Bihar Ebas jî piştrast kir ku, ew ê bi hemû awayan rê li ber jinûvezindîbûna DAIŞ’ê bigrin.

Kampa Holê 45 k.m li rojhilatê bajarê Hesekê ye, 35 hezar û 323 kes lê hene, ji wan 13 hezar û 124 kes penaberên iraqî ne, 15 hezar û 805 koçberên sûrî ne, 6 hezar û 385 jin û zarokên DAIŞ’iyan in.

Share This Article