OFÎSA AVDANÊ YA REQAYÊ JENERATOREK LI STASYONA CERWA ZÊDE KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Di çarçoveya amadekariyên demsala zivistana de, Beşa Bompeyên Avê a desteya Aborî û Çandiniyê ya kantona Reqayê jeneratorek sêyem li stasyona Cerwa ya avdanê zêde kir.
MIX
Jenerator di 13’ê Mijdarê de hat xebtandin, da ku ava avdanê ji bo cotkaran peyda bike.
li gorî Beşa Bompeyên Avê a desteya Aborî û Çandiniyê, Kapasîteya jeneratora ku hatiye danîn 200 kw û di saniyê de hezar û 70 lître av derdixe.
Stasyona Cerwa avê dide 2 hezar û 56 Hektar erd û yek ji stasyonên projeya Bîr El-Ehşem a li kantona Reqayê tê hesibandin.

Share This Article