Rêveberiya Nexaşxweneya bajarê Kobanê di çarçoveya planên xwe yên tenduristiyê de sê beşên nû di nexweşxaneyê de çalakkirin kir.
Beşên nû yên nexweşxaneyê: neştergerî, nexweşiyên hestiyan û urolojiyê an ku destavê ne.
Li gel vekirina van beşan, nexweşxane klînîkên taybet û neştergeriyan bêpere di nav xwe de dihewîne.
Li gorî Rêveberê Nexweşxaneya Kobanê, Dr Tewfîq Şêx Ehmed beşên ku çalak bûne bi fermî dest bi pêşkêşkirina xizmetên bijîşkî kirine.
Her li gorî Rêveberê Nexweşxaneyê, Nexweşxaneya Kobanê rojane ji 450 heta 500 nexweşan pêşwazî dike.
DI NEXWEŞXANEYA KOBANÊ DE SÊ BEŞÊN NÛ HATIN ÇALAKKIRIN
