YEKÎTIYA PÎŞEYÊN TENDURISTÎ YA HERÊMA EFRÎNÊ 1’EMÎN KONFERANSA XWE LI DAR XIST

Rojava Tv
2 Min Read

Yekîtiya Pîşeyên Tenduristî ya Herêma Efrînê 1’mîn konferansa xwe li kantona Şehbayê bi dirûşma “Bi yekîtiyê em civakeke tendurist, exlaq û demokratîk ava dikin” li dar xist.

Konferans li hola şehîd Axîn Welat a navçeya Fafîn a Şehbayê hat lidarxistin, her wiha konferans bi hilbijartina hevserokên yekîtiyê bi dawî bû.

Yekîtiya Pîşeyên Tenduristî ya Herêma Efrînê bi dirûşmeya “Bi yekîtiyê em civakeke tendurist, exlaqî û demokratîk ava dikin” 1’emîn konferansa xwe li kantona Şehbayê li dar xist.

Di konferansê de ‎nûnerên beşa tenduristî û Encumenên saziyên sivîl a herêma Efrîn beşdar bûn.‎

Hevserokê TEV-DEM′ê Xerîb Hiso ‎lidarxistina konferansê li xebatkarên beşa tenduristî pîroz kir û piştrast kir ku lidarxistina konferansê gaveke ‎erênî ye ku civaka tenduristî, exlaqî û demokratîk xurt bikin.‎

Endama Yekitiya Pîşeyên Tenduristî Fehîme Koşan ji rojava tv re diyar kir ku armanc ji lidarxistina konferansê xurtikirina qada tenduristî ye.

Hevseroka tevgera civaka demokratîk TEV-DEM′ê ya Herêma Efrînê gulê cefer jî got ku di konferansê de li ser rewşa siyasî û rewşa dorpêça hikûmeta Şamê li ser herêma Şehbayê  ferz kiriye nîqaş hate kirin.

Di dawiyê de Hevserokatiya Yekîtiya Pîşeyên Tenduristî Xoşnaf Ebdo û Xalîde Mihemed hatin hilbijartin.

Konferans bi xwendina daxuyaniyekê ji aliyê Hevserokatiya nû a Yekîtiyê Xoşnav Ebdo ve bi dawî bû.

Share This Article