Li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo derbarê ola Êzidayetiyê û rêûresmên wê de, semînerek hate pêşkêşkirin.
Semîner bi beşdariya mamoste û xwendekarên peymangeh û fakulteyên zanîngeha Rojava hate pêşkêşkirin.
Rojnamevan Perwer Şemo ku bi xwe kurdekî Êzidî ye semîner bi rê ve bir.
Di semînerê de bal li ser dîroka kevnare ya Kurdên Êzidî û jenosîdên ku tê re derbas bûne, hate kşandin.
Her wiha behsa rewşa civaka Êzidî ya di nava pergala Rêveberiya Xweser de hate kirin û hate gotin, bi erêkirina Hevpeymana Civakî re mafên Êzidiyan hatin parastin.
Semîner bi nerîn û pêşinyarên xwendekar û mamosteyan bi dawî bû .
LI ZANÎNGEHA ROJAVA DERBARÊ OLA ÊZIDAYETIYÊ DE SEMÎNEREK HAT PÊŞKÊŞKIRIN
