Şêniyên kantona Kobanê 1’ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê bi şahiyekê pîroz kirin

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên kantona Kobanê 1’ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê bi şahiyekê pîroz kirin.

Pîrozbahî bi dirûşma” “Ji bo jiyaneke azad û birûmet û Sûriyeke demokratîk em Roja Kedkaran a Cîhanê pîroz dikin” ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM a herêma Firatê ve li daristana li bajêr hat lidarxistin.

Bi dehan şêniyên bajêr, xebatkar, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl ên li kobanê beşdar bûn.

Di şahiyê de Hevseroka TEV-DEM’ê ya herêma Firatê Hedle Hesen roja 1 gulanê pîroz kir.

Piştî axaftinan, komên stranan berhemên xwe pêşkêşkirin.

Her wiha 15 saziyên kedkaran ên li herêma Firatê ji aliyê TEV-DEM`ê ve hatin xelatkirin.

Share This Article