DI NAVBERA HESEKÊ Û REQAYÊ DE NOQTEYA HEVBEŞ A KONTROLÊ HATE DANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Di çarçoveya peymana di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Ewlekariya Hundirên ên hikûmeta demkî ya Sûriyê de, li ser rêya Ebyad noqteyeke kontrolê ya hevpar hate danîn.

Piştî danîna noqteya kontrolê ya hevpar, hêzên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyê xwe vekişandin Reqayê. Komeke girêdayî hikûmeta Şamê ya ji 10 kesan pêk tê li wir hate hiştin.

Li hêla din, tevî peymanê jî ji 20’ê Çileyê heta niha dorpêça li ser Kobanê didome.

Tê payin ku hêzên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyê li derdora gundên Kobanê di rojên pêş de xwe vekişînin.

Share This Article