NOBETDARÊN BENDAVA TIŞRÎNÊ PIŞTGIRIYA XWE BI ŞERVANÊN QSD’Ê RE NÎŞAN DAN

Rojava Tv
1 Min Read

Nobetdarên bendava Tişrînê bi daxuyaniyekê piştigirya xwe ya bi şervanên QSD’ê re nîşan dan.
Destpêkê nobetdarên li Bandavê kom bûn û deqeyek rêzgirtin li ser giyan şehîdên komkujiya Helebcayê rawestiyan.
Piştre daxuyanî hate dayîn û têde hate gotin, heta êrîş û şer li ser bendavê berdewam bin, ew ê têkoşîna xwe heta pêkanîna serkeftinê bilind bikin.
Her wiha hate gotin, ew ê piştgiriya hêzên xwe bikin û bi vîneke mezin û xurt li hember tevahî êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin.
Di dawiyê de siloganên Bijî Berxwedana QSD’ê hatin berzkirin.

Share This Article