RÊXISTINÊN JINAN ÊN HELEBÊ BI DAXUYANIYEKÊ TUNDIYA LI SER JINAN ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Rêxistinên Jinan ên li bajarê Helebê îro têkildarî bilindbûna rêjeya tundiya li ser jinan daxuyaniyek dan.
Rêxistinên Jinan sûc û kiryarên li dijî jinan wekî “nemirovane” bi nav kirin her wiha daxwaza “derxistina qanûnên ku edalet û wekheviyê pêk tînin û darizandina sûcdaran kirin.

Bi armanca şikandina têkoşîna jinan a ji bo misogerkirina azadiyê û rêgirtina li ber dengê jinan, bi hemû rê û rêbazan tundî li dijî jinan tê meşandin.

Rêxistinên Jinan ên li bajarê Helebê îro têkildarî bilindbûna rêjeya tundiya li ser jinan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyên de, nûnerên rêxistin û tevgerên jinan ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê beşdar bûn.

Di daxuyaniya Rêxistinên Jinan de hat gotin ku, şert û mercên ku Sûriyê tê re derbas dibe her wiha şerên berdewam ên li ser vê xakê bandor li ser jinê kirine û jin bûye qûrbaniya hişmendiya paşverû.

Hat diyarkirin ku, li gelek herêmên Sûriyê jin rastî paşguhkirin û tundiyê tên, tecawîza jinan, kuştina jinan di bin navê şerefê de û zewaca biçûkan zêde bûye.

Rêxistinên Jinan ên li bajarê Helebê her di dawiya daxuyaniya xwe de sûc û kiryarên li dijî jinan şermezar kirin û ew wekî “nemirovane” bi nav kirin her wiha û daxwaza “derxistina qanûnên ku edalet û wekheviyê pêk tînin, darizandina sûcdaran kirin.

her wiha bang li hemû jinan hat kirin ku ji bo rûbirûbûna van sûcan têkoşîna hevpar a jinan xurttir bibe, jin werin hişyarkirin û perwerdekirin.

Share This Article