Hevserokê Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb têkildarî pêkanîna projeyên wan yên sala 2023 li herêmê ji RojavaTV re axivî.
Silêman Ereb got ku wan 8 Milyon Dollarê Amerîkî weke budceya pêkanîna projeyên ku xizmeta gelê herêma Cizîrê dike, destnîşan kirine.
Tevî êrîşên domdar ên dewleta Tirk û ambargoya ji her alî li dijî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêveberiya Xweser ji bo pêşxistin û bedewkirina bajar, navçe û gundewarên Herêmê bi hemû derfetên xwe kar û xebatê dike.
Hevserokê Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Silêman Ereb ji RojavaTv re axivî û got wan 8 Milyon Dollarê Amerîkî weke budceya pêkanîna projeyên ku xizmeta gelê herêma Cizîrê dike, destnîşan kirine.
Silêman Ereb diyar kir ku hejmara projeyên wan ji bo sala 2023’yan 411 piroje ne.
Her wiha Ereb got ku di serî de êrîşên dewleta Tirk û li aliyê din jî girtina Deriyê Sêmalka ji aliyê PDK’ê ve dibe sedema rawestandina xebatên wan.
Projeyên sereke yên Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê di sala 2023’an de kişandina avê ji navçeya Amûdê ji bo bajarê Hesekê, ziftkirina Riya Embara, bidawîkirina ziftkirina bankêta navçeya Amûdê, çareserkirina pirsgirêka kenalsizyonên bajarê Qamişlo, avakirina cihekî çopê ji bajarê Hesekê re, avakirina xewgeheke jinan li bajarê Qamişlo û avakirina navenda zarokan ji bo zarokên bê xwedan li bajarê Hesekê.
