PYD’Ê LI LUBNANÊ ŞEHÎD EGÎD “MAHSÛM KORKMAZ” BI BÎR ANÎ

Rojava Tv
1 Min Read

 

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê li Lubnanê ji bo bîranîna şehîdên “Hefteya Lehengiyê”, du civînên cuda li dar xist.
Bi dehan kordînatorên PYD’ê beşdarî civînan bûn.
Di herdu civînan de behsa rêwîtiya têkoşînê ya nemir Egîd û rola wî di avakirina têkoşîna çekdarî de hat kirin.
Hat gotin, bi pêşengiya Fermandar Egîd operasyona Hêzên Rizgariya Kurdistanê hat destpêkirin, ku di têkoşîna gelê Kurd a li dijî polîtîkayên zext û çewisandinê de qonaxeke veguhêz ava kir.
Her wiha beşdaran bal kişandin ser girîngiya Hefteya Lehengiyê û destnîşankirin ku hefteya lehengiyê derfetek ji bo bihêzkirina rihê têkoşînê ye.
Di dawiya herdu civînan de soza şopandina rêya têkoşîn û berxwedanê hat dayîn.

Share This Article