Di 3’yemîn salvegera şehadeta Sekretêra giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef Partiya Sûriyeya Pêşerojê li dêrikê mîhrîcana Aştiyê li dar xist.
Dayîka şehîd Hevrîn, Yadê Sûad axivî û got di kesayeta Hevrîn de hemû Jin hatin hedefgirtin.
Partiya Sûriya Pêşerojê di salvegera 3’yemîn a şehadeta Sekretêra giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef û endamê partiyê Ferhad Remedan de, li ber deriyê goristana Şehîd Xebat Dêrik mîhrîcana Aştiyê ya Şehîd Hevrîn li dar xist.
Malbatên herdû şehîdan, şandeyek ji Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, Kongra Star, Partiya Sûriya Pêşerojê di mîhrîcanê de amade bûn.
Di mîhrîcanê de axaftin ji aliyê rêhevalên Şehîd Hevrîn û saziyên Rêveberiya Xweser ve hatin kirin û daxwaza cezakirina kujeran kirin.
Dayika Şehîd Hevrîn Xelef, Yadê Sûad got di kesayeta Hevrîn de hemû Jin hatin hedefgirtin.
Ji aliyê xwe ve Hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Hemrîn Elî, şehîd Hevrîn weke sembola aştiyê bi nav kir û diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya hedefgirtina jinên siyasetmedar dixwaze vîna gel bişkîne.
Di dawiya mîhrîcanê de beşdar çûn goristana şehîd Xebat Dêrik û destegul li ser gorên herdû şehîdan danîn.
Hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Hemrîn Elî got, “Em weke Rêveberiya Xweser soz didin ku em ê xwedî li keda van şehîdan derkevin”.
