DEWREYEKE PERWERDEYÊ JI AKADEMIYA ŞEHÎD ŞÎLAN DER ÇÛN

Rojava Tv
1 Min Read

Hejmarek xebatkarên sazî û desteyên Rêveberiya Xweser ku beşdarî akademiya Şehîd Şîlan bibûn, li Kobanê perwerdeya xwe bi dawî kirin.

Di perwerdeyê de semîner li ser dîroka jin, dîroka Kurdistanê, rastiya serokatiyê û waneyên îdeolojî hatin pêşkêşkirin.

Akademiya Şehîd Şîlan ya girêdayî Kongra Star, dewreya perwerdeyê ya Şehîd Çîçek, li bajarê Kobanê bi dawî kir.

Perwerdeya ku endamên deste û saziyên Rêveberiya Xweser tevlê bûn, heyama mehekê dewam kir.

Di perwerdeyê de semîner li ser dîroka jin, dîroka Kurdistanê, rastiya serokatiyê û waneyên îdeolojî hatin pêşkêşkirin.

Beşdarên perwerdeyê diyar kirin ku, ew ê xwe bighînin tevahî jinan û wan azad bikin.

Kongra Star bi awayekî berdewam ji bo pêşxistina asta jinan û serwerkirina paradîgmaya Neteweya Demokratîk, perwerdeyan vedike.

Share This Article