KARGEHA VÎNA JIN A KOBANÊ DERFETÊN KAR JI JINAN RE PEYDA DIKE

Rojava Tv
2 Min Read

Jinên Bakur û Rojhilatê bi projeyên aborî yên ku ji aliyê rêxistinên jinan ve tên meşandin, bi xwerêveberiya xwe ya ji bo xurtkirina aboriya xwe tê naskirin.

Kargeha Vîna Jin a Kobanî yek ji wan kargehan e .

Ji bo pêşxistina aboriya jin gelek kargehên girêdayî jin hatine vekirin yek ji van kargehan, kargeha Vîna Jin ku girêdayî navenda Kongra Star a Kobanê ye .

ev sê salin ji bo vekirina vê kargehê kar û xebat têne kirin .

Ev kargeh moneta demsala zivistanê amade dike, wekî çêkirina ava becanan, ava îsotan , kundir û bacanên hişik û her cûreyên monetê.

Di vê kargehê de 6 jin tê de cihê xwe digrin û bi awyekî ji serê sibhê ve ta bi êvarî di nava kar de ne .Jinan tekez dikin ku Armanc ji vekirina vê kargehê ew e ku aboriya jin di her warî de li herêmê pêş bikevê û bi awayekî komînal sûdê li civakê bikin.

Kongra Star dem bi dem bi armanca xurtkirina aboriy jinan, projeyên cihêreng vedike.

Mînakên vê yekê jî vekirina nanpêjxaneya jinan li Dêrezorê û Şehbayê û kargeha mast û penêr a li Dêrikê, ku derfeta kar ji bo zêdetirî 50 jinan peyda kir.

Share This Article