LI KANTONA REQAYÊ PÊŞANGEHEKE HUNERÎ HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Di bin sernavê “Rengên Azad” de, komek şêwekarên kantona Reqayê pêşangehek hunerên bedew li Qehwexaneya El-Feradîs li dar xistin.

Ji saetên vebûnê ve, berpirsên Desteya Çand û Şûnwaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her weha hejmarek hunermend û rewşenbîrên ku bi karûbarên çandî re eleqedar in, beşdarî pêşangehê bûn.

Amadekarên pêşangehê diyar kirin ku ev pêşangeh rêyeke ji bo nîşandana cihêrengiya tevna civakî ya Sûriyeyê, bi taybetî hunera herêmên Çemê Firatê û herêma Cizîrê.

Tabloyên ku di pêşangehê de hatine pêşandan, ji dîmenên xwezayî yên Çemê Firatê bigire heya neqşên li ser daran û dîmenên xwezayî di nav xwe dihewîne.

Share This Article