PYD LI NAVÇEYA TIL TEMRÊ JI BO NIRXANDINA GEŞEDANÊN DAWÎ LI HERÊMÊ CIVÎNEK LIDARXIST

Rojava Tv
1 Min Read

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD li navçeya til Temirê ji bo nirxandina geşedanên dawî li herêmê, îro komcivînek li dar xist.

Hejmarek ji xelkê gundên navçeya Til Temirê yên ji tevahî pêkhateyan beşdarî civînê bûn.

Di Civînê de Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD û Hevserokê komîteya Şaredariyan a Hesekê rewşa siyasî û geşedanên dawî yên li herêmê ji beşdaran re nirxandin.

Li aliyekî din tecrîda giran a li dijî Rêber Abdullah Ocalan û çawaniya bidawîkirina tecrîdê hate nîqaşkirin.

Beşdaran jî tekezî li ser amadebûna xwe li gel hêzên leşkerî û rûbirûbûna êrîşên dewleta Tirk a dagirker kirin.

Li ser mijarê Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD Rustem Bekir diyar kir ku Armanca wan ji civînan ku şêniyan li ser geşedanên siyasî û doplomasî agahdar bikin.

Share This Article