Hevseroka tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Rûken Ehmed ji Rojava Tv re diyar kir ku dewleta bi hedefgirtina navendên xizmetguzarî û binesaziya herêmê armanc dike ku gel koçber bike.
Her wiha Rûken Ehmed anî ziman ku êrîşa li dijî Serê Kaniyê û Girê Spî di heman roja komploya li dijî rêber Apo de ne tesaduf e.
Dewleta Tirk a qirker ji 4 Cotmehê ve êrîşên xwe li dijî herêmên Bakur û Rohilatê Sûriyê berfirehtir kirine.
Dagirkeriya Tikr di êrîşên xwe de binesaziya herêmê û navendên xizmetê dike hedef.
Girêdayî mijarê Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Rûken Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk navdên xizmetê bi armanca ku gel koçber bike dike hedef.
Rûken Ehmed di dewama axftina xwe de bal kişand ser komploya 9’ê Cotmehê û got: “Dewleta Tirk bi zanebûn êrîşî Serê Kaniyê û Girê Spî di heman roja ku komploya li dijî rêber Apo hate çêkirin, kir”.
Di dawiyê de Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Rûken Ehmed bêdengiya dewletên navneteweyî û dewletên garantor şermezar kir û anî ziman ku bêdengiya wan tê wateya hevkariya bi êrîşan re.
