Weke gelek saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê jî, projeyên aborî ên biçûk ji bo malbatên koçber vedike.
Projeyên herî girîng ên hatine bicihanîn û armancên wan çi ne؟ em ê di vê raporê de nas bikin.
Piştî ku di sala 2018’an de bi hezaran welatiyên Efrînê koçberî bajarê Şehba bûn, ji ber erdnîgariya herêmê ya biçûk û dorpêça berdewam, rastî gelek zehmetiyan dihatin.
Ji bo peydakirina derfetên kar, Komîteya Aborî ya Meclisa Malbatên Şehîdan ji aliyê xwe ve gelek projeyên aborî ji bo malbatên şehîdan pêşkêş kirin.
Ji wan projeyan jî weke projeyên xwedîkirina sewal û dewaran, vekirina dikanên cilan, xwaringehan û hwd.
Di vê çarçoveyê de Rêveberê Komîteya Aborî ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê “Ednan Şêx Mihemed” ji Rojava TV re got, Armanca van projeyan ew e ku malbat bi xwe, xwe bi rêve bibin û ji bo ku derfetên kar hebin.
Her wiha Ednan Şêx Mihemed da zanîn ev proje bi pêşniyara malbatên şehîdan tên vekirin û meclisa Malbatên Şehîdan wan projeyan lêkolîn dike û dixe meriyetê .
LI herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser hene ku projeyên aborî bi mebesta peydakirina derfetên kar pêk tînin. Her wiha Kongra Star jî dem bi dem projeyan ji bo jinan li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê organîze dike.
