DEWLETA TIRK BI RÊYA BALAFIRÊN XWE YÊN BÊ MIROV ÊRÎŞÎ ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DIKE

Rojava Tv
2 Min Read

Êrîşên asîmanî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî bakur û rojhilatî sûriyê berdewam dikin. Dewleta tirk her kesê ku xizmeta gel dike, dike hedef û hewl dide ku li herêmê tevleheviyê derxe.

Têkildarî mijarê rayedarên Rêveberiya Xweser û TEV DEMê ji Rojava Tv re axivîn û gotin: ”Civaka navdewletî û bi taybet hêzên gerantor Emerîka û Rûsiya bi bêdengiya xwe ya li beramberî van êrîşên ên li dijî herêmê dibin şirîkên Tirkiyê”

Di berdewamiya êrîşên dewleta tirk a dagirker de, herî dawî di 27ê îlona îsal de balafira bi çek û bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker erebeya her du hevserokên Nivîsgeha Kar û Barên Dadê û Çeksaziyê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero di dema li ser kar bûn li Gundê Gir Ceman a girêdayî navçeya Girkê Legê ya bi ser Kantona Qamişlo ve bombebaran kir, Di encamê herdu de şehîd bûn.

derbarê mijarê hevserokê encûmena cîbicîkar a herêma Cizîrê Telet Yûnis ji Rojava Tv re axivî û bal kişand ser armancên dewleta tirk.

Her wiha derbarê heman mijarê Hevseroka TEV-DEMê Rûken Ehmed jî diyar kir ku dewleta Tirk bi armanckirina rayedarên pêşeng yên Rêveberiya Xweser Tirkiyê zelal dike ku ew ji projeya Rêveberiya Xweser ditirs e

Ev demeke dewleta Tirk bi awayekî eşker e rayedarên Rêveberiya Xweser armanc dike û avahiyên wê jî bi balafirên xwe bombebaran dike.

Di sibeha 26ê îlona îsal de balafireke dewleta Tirk a dagirker avahiya Encumena Cibcîkar a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bombebaran kir. Di encamê de zirarên madî bi avahiya meclisê de çêbûn û di 17`ê Hezîrana isal de jî balafira dewleta Tirk erebeya Ferhad Şiblî Cîgirê Hevserokatiya Encumena Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Başûrê Kurdistanê de bombebaran kir di encamê de Ferhad Şiblî tevî 3 hevalên xwe şehîd bûn.

 

Share This Article