Encumena zagonsaz a Herêma Cizîrê, ji bo nîqaşkirina projeyên sala 2023’yan, komxebatek li bajarê Hesekê ji tevahî beşên civakê re li dar xist.
Beşdarên komxebatê piştrast dikin ku ev gav, gaveke erênî ye û navgîna di navbera gel û rêveberiyê de xurttir dike.
Encumena zagonsaz a Herêma Cizîrê, ji bo nîqaşkirina projeyên sala 2023’an û wergirtina nêrînên tevahî beşên civakê, komxebatek li bajarê Hesekê li dar xist.
Di komxebatê de; serokeşîr, nûnerên rêxistinên mirovî, civaka sivîl, rewşenbîr û pisporên qadên cuda beşdar bûn.
Rêveberiya Xweser ku xwe dispêre paradîgmaya neteweya demokratîk, bi rêya van komxebatan armanc dike ku nêrînên civakê werbigire û bi daxwaza wan biryar werin wergirtin.
JI hêla xwe ve beşdarên komxebatê tekez dikin ku gav, gaveke erênî ye û navgîna di navbera Rêveberî û welatiyan de xurttir dike.
Rêveberiya xweser bi rêya civîn û komxebatan re nêrînên gel digire û bi wî awayî bi hevdu re di sazkirina awayê jiyanê de biryaran werdigirin û navgîneke xurt di navbera Rêveberî û gel de tê avakirin.
