TEVGERA CIWANÊN ŞOREŞGER A EFRÎN Û ŞEHBA LI SER ZAYENDPERESTIYA CIVAKÎ PANELEK LIDARXIST

Rojava Tv
1 Min Read

Tevgera ciwanên Şoreşger a kantona Efrîn û Şehba bi dirûşma “Derbaskirina zayendperestiya civakî” panelek lidarxist.

Panel li hola Serdemê ya navçeya Ehdasê ya Şehbayê û bi amadebûna bi dehan ciwanan hate lidarxistin.

Di panelê de hate gotin: “Zayenperestî mijarek ku divê rast were tehlîlkirin û fêmkirin. Ji ber ku heya em rast tehilîl nekin, em nikarin bandora wê ya li ser jiyana mirovan bidin nirxandin.

Her wiha hate gotin, li hemberî zayendperstiya civakî, divê em têkoşîn bikin da ku em jê xelas bibin. Çareseriya ku em dikarin bi hêsanî xwe jê xelas bikin, dema em fikr û felsefeya Rêber Apo baş nas bikin.

Di dawiya panêlê Beşdaran li ser derbaskirina zayendperestiya civakî nîqaş kirin.

Share This Article