RÊXISTINA NÛDEM LI KOBANÊ JI BO ZAROKÊN XWEDÎ PÊDIVIYÊN TAYBET PERWERDEYEK VEKIR

Rojava Tv
1 Min Read

Rêxistina Nûdem ya ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet bi hevkariya Zanîngeha Kobanê, ji bo zarokên xwedî pêdivî, li Kobanê perwerdeyek vekir.

Dewreya perwerdeyê bi axaftina berdevka Rêxistina Nûdem li parka Ronîwar ya bajêr dest pê kir.

Di perwerdeyê de 30 zarokên xwedî pêdiviyên taybet beşdar in û dê li ser waneyên mûzîk, wênexêzî û beşên cuda cuda bêne perwerdekirin.

Li gorî rêxistina Nûdem armanca wan ew e ku xwedî li zarokên xwedî pêdiviyên taybet derkevin û behreyên wan geştir bikin.

Biryar e perwerde bi dayîna semîner û li darxistina çalakiyan 40 rojan dewam bike.

Share This Article