DEWLETA TIRK A DAGIRKER ÊRÎŞÊN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ LI DIJÎ GERÎLAYAN DIDOMÎNE

Rojava Tv
1 Min Read

Dewleta tirk a dagirker ji 2 salan ve bê navber çekên kîmyewî li dijî gerîlayên Kurdistanê bi kar tîne. li hember van sûcan jî civaka navdewletî ker û kor e .

Dewleta Tirk tevî ku çekên qedexekirî li Zap, Metîna, Avaşîn û Garê yên Başûrê Kurdistanê bi kar tîne, di şer de nikare bi pêş de biçe.

Derabrê de jî endamê kongireya islama demokratîk Ebdulkerîm Saroxan got ku bêdengiya li hember kiriyarên dewleta tirk ji sedê salan ve rewabûnek daye dewleta tirk .

Ebdulkerîm Saroxan da zanîn ku êrîşên dewleta tirk yên niha tê wateya nûkirina biryara qirkirina kurdan . û got : bikaranîna çekên kîmyewî encama bazarên li ser kurdan e.

Çekên kîmyewî ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker û qirker ve li dijî kurdan tên bikar anîn Rojavayê Kurdistanê jê bêpar nema , Di sala 2018ʹ û 2019 an de dewleta Tirk  di êrişên xwe yên dagirkirinê yên li ser efrîn û Serêkaniyê  li ber çavê cîhanê bi kar anîn.

Share This Article