Cejna Çarşema Sor bi şahiyeke mezin li gundê Dugir yê bajarê Amûdê hate pîrozkirin.
Hevserokên meclisa cîbicîkar a Rêveberiya Xweser, nûnerên partiyên siyasî, tevgera jin û Êzidiyên herêmê tevlî şahiyê bûn.
Di şahiyê de axaftin hatin kirin û behsa giringiya Cejna Çarşema Sor hate kirin. Axêveran gotin, parastina civaka Êzidî parastina nirxên mirovahiyê ye.
Her wiha peyama Rêber APO ya ji bo civaka Êzidî jî hate xwendin û piştre komên hunerî berhemên xwe pêşkêş kirin.
Di dawiyê de beşdaran dîlan gerandin.
ŞÊNIYÊN KANTONA CIZÎRÊ CEJNA ÇARŞEMA SOR LI AMÛDÊ PÎROZ KIRIN
