Desteya Perwerde û Fêrkirinê bi hevkariya Yekîtiya Mamosteyan ya kantona Cizîrê civîna xwe ya salane ya ji bo mamosteyên Kurd li bajarê Qamişlo li dar xist.
Bi dehan mamoste, endamên Desteya Perwerde û Fêrkirinê û Yekîtiya Mamosteyan li hola Mihemed Şêxo ya çand û hunerê ya Qamişloyê tevlî civînê bûn.
Di civînê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Rêveberiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ve hate kirin.
Axêveran kar û xebatên sala xwendinê ya 2024 – 2025’an û astengiyên li pêşiya wan, nîqaş kirin.
Her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku di proseya xwendinê de derdikevin, pêşinyarên xwe pêşkêş kirin.
Civîn bi vekirina deriyê pirsan û nîqaşê bi dawî bû.
