Têkildarî Belavbûna Nexweşiya Kolêra Li Bakur Û Rojhilatê Sûriyê, Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa da zanîn ku ji 5 îlonê û heta îroj nîşaneyên nexweşiya kolêra li ser 2 hezar û 867 kesan derketine.
Dr.Ciwan Mustefa diyar kir ku ev rewş li gundewarên rojavayê Dêrazorê, bajarên Reqayê, Tebqa û Hesekê hatine tomarkirin.
Her wiha da zanîn ku Hejmara kesên ku tekez bûye bi nexweşiya kolêra ketine 43 li dêrazorê, 16 li Reqayê, 4 li Tebqayê û 15 li herêma Cizîrê û bêhtirî wê li Hesekê ne.
Dr.Ciwan Mustefa ragihand ku Li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara kesên ku ji ber kolêrayê jiyana xwe ji dest dane, 16 kes in.
10 kes li Dêrazorê, 2 li Reqa, 2 li kantona Şehbayê, 2 li herêma Cizîrê.
Dr.Ciwan Mustefa destnîşan kir ku bi belavbûna nexweşiya kolêra re, kadroyên tenduristiyê ketin tevgerê û xizmetên tenduristî yên pêwîst ji nexweşan re pêşkêş kirin.
