DESTEYA TENDURISTIYÊ ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK ÊN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku sûcên Tirkiyê eşkere bikin û darizînin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Li gorî hemû delîlan, bikaranîna çekên qedexekiriî ji aliyê artêşa Tirk ve hat piştrastkirin. Ev yek berovajî îdiayên wan e ku van çekan bi kar nayînin.

Her wiha Bang li hêz û rêxistinên navneteweyî yên têkildar hat kirin ku van binpêkirinan eşkere bikin û hikumeta Erdogan ji ber pêkanîna sûcên şer û qirkirina gelê Kurd û gelên herêmê radestî dadgehên navneteweyî bikin û darizînin.

Share This Article