Ev demeke cotkarên herêmê dest bi çinîna Mewsimê ceh û genim yê sala 2023’an kirine.
Di derbarê mijarê de cotkarê ji bajarê Kobanê Elî Weyis ji RojavaTV re axivî û kêfxweşiya xwe ji Mewsimê Îsal anî ziman.
Ev demeke cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi çinîna Mewsimê ceh û genim yê sala 2023’an kirine.ç
Mewsimê genim yê îsal ji herdû salên derbasbûyî baştir e, sedema vê yekê jî barîna baranê di demsala zivistanê li herêmê baş bû.
Rêveberiya Çandinî û Avdaniyê ya Rêveberiya Xweser ji bo wergirtina berhema genim ji cotkaran re 25 navend li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir.
Cotkarê ji bajarê Kobanê Elî Weyis wiha kêfxweşiya xwe ya bi Mewsimê genim yê îsal ji RojavaTV re anî ziman.
Her wiha Rêvebirê Navenda Rovî ya wergirtina genim li Kobanê Ziyad Abdullah tekez kir ku mewsimê genim yê îsal ji yên salên derbasbûyî ve bi xêr û berektir e.
Di 25’ê gulana derbasbûyî de Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê dest bi wergirtina genim ji cotkaran kir.
Li herêma Firatê 4 embar; Rovî, Çelebiyê, Kalta û Sirîn hene.
Embara Sirînê ku di dema hebûna çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê de xisar ditîbû, piştî 9 salan careke din ket xizmetê.
