Êrîşên Çeteyên “Heyet Tehrîr El Şam” ango Çeteyên Cebhet El-Nusra yên ku ji sibeha roja çarşemê li dijî xalên hêzên hikumeta şamê yên li Heleb dest pê kir li Idlib û Hemayê didomin.
Hêzên hikumeta şamê bêyî ku tu berxwedanekê raber bikin, dev ji xalên xwe berdan, li gel vê çeteyan dest danîn ser gelek taxên bajarê Helebê.
Di nava van pêvçûnên heyî de xelkên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li gorî şerê gelê şoreşgerî xwe bi rêxistin kirine.
Koçberên Efrînî yên ku li Şehbayê dimînin piştgirî dan berxwedana xelkên taxêb şêxmeqsûd û eşrefiyê.
Koçberan anîn ziman ku, ew ê li hember êrîşên çeteyên dewleta tirk a dagirker xwe bi rêxistin bikin û herêmên xwe biparêzin.
Li gel êrîşên çeteyên “Heyet Tehrîr El Şam” ên li dijî taxên Helebê û dagirkirina gelek taxan, çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşî kantona Efrîn-Şehbayê dikin.
