Li taxa Benî Zêd a di bin rêveberiya Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de, civînek ji welatî û endamên komînên taxê re pêk hat û tê de rewşa siyasî, xebata komînan û rola wan hat nîqaşkirin.
Di civînê de piştî deqeyek rêzgitin, Der barê pêşketinên siyasî de, ji serokên eşîrên Helebê “Îdrîs Şêxo ” axivî û rola Meclisa Eşîran di xizmetkirina herêmê de anî ziman.
Her weha tekez kir ku ji bo avakirina Sûriyeyek yekgirtî, hewce bi hevgirtina gel heye.
Rêveberê komîna Benî Zêd “Îsa Mistefa” jî axivî û têgeha netewa demokratîk û pêwîstiya parastina mîrateya wê şîrove kir.
Civîn bi nîqaşkirina peymanên 10’ê Adarê, 1’ê Nîsanê û berxwedana her du taxan li dijî çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê, bi dawî bû.
