Encumena Kombûna Jinên Zenûbya ya Reqayê îro bi daxuyaniyekê diyar kir ku ji bo aşkerekirina hovîtiya dewleta Tirk a li dijî herêmê, ew ê asta têkoşîna xwe bilind bikin.
Derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Encumena Kombûna Jinên Zenûbya ya bajarê Reqayê daxuyaniyek da.
Kombûna Jinên Zenûbya got, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, nîşaneya binketin û lawaziya wê didin.
Her wiha Kombûnê êrîşa duh a li dijî herêmê şermezar kir û diyar kir ku ji bo aşkerekirina hovîtiya Tirkiyê ya li dijî herêmê, ew ê asta têkoşîna xwe bilind bikin.
Kombûna Jinên Zenûbya tekez kir ku, ew ê destkeftiyên xwe biparêzin û di armancên xwe de bi israr bin.
