XELKÊN REQA JI BO ŞERMEZARKIRINA ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ MEŞEK LI DAR XISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan xelkên Reqa ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê meşiyan û banga darizandina dagirkeriyê li ser sûcên ku li herêmê pêk tîne kirin.
Meş ji çerxerêya Basil destpêkir û heta baxçeyê Istiqlal dewam kir.
Meşvanan bi pankartên cuda banga rawestandina êrîşên dagirkeriyê, azadiya rêber APO û rizgarkirina Efrînê kirin.
Di meşê de hin axavtin hatina kirin û ji civaka navnetewî hate xwestin ku dewleta Tirk li ser sûcên ku li herêmê pêk tîne darizîne.
Her wiha axêveran destnîşan bi xeteriya êrîşên berdewam li dijî binesaziya herêmê kirin.

Share This Article