DESTEYA PERWERDEYÊ YA MINBICÊ JI BO MAMOSTEYAN PERWERDEYEK VEKIR

Rojava Tv
0 Min Read

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Minbicê, ji bo mamosteyên ku dê nû tevlî kar bibin, perwerdeyek vekir.
Perwerde di çarçoveya rêze amadekariyên ji bo sala xwendinê ya 2024- 2025’an de hatiye vekirin.
Beşdarên perwerdeyê li ser materyalên zanistî û çawaniya danûstandina bi xwendekaran re têne perwerdekirin.
Her wiha waneyên bîrdozî jî têne pêşkêşkirin.
600 mamoste beşdarî perwerdeyê bûne û dê perwerde 18 rojan berdewam bike.

Share This Article