BI SEDAN MÊRÊN HELEBÊ TUNDIYA LI SER JINAN ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Kongra star a bajarê Helebê jî bi boneya 25’ê mijdarê meşeke xweser a mêran li dar xist.
Bi sedan rêveber, endamên saziyên sivîl û mêrên ji taxên şêxmeqsûd û eşrefiyê beşdarî meşê bûn.
Meş li qada 8’ê adarê dest pê kir û li taxa Şerqî veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê kongra star û Malbenda Heleb a Rewşenbîrî axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de hat gotin, bi saya ramanên azad ên Rêber APO jinan zincîrên koletiyê şkandin û muhra li dîroka têkoşînê dan.
Hat diyarkirin ku, ji bo bidawîkirin tundiya li ser jinan û avakirina hevjiyana azad, divê mafên jinan werin parastin û cihê xwe di her qadê de bigire.
Meş bi berzkirina siloganên” jin jiyan azadî” bi dawî bû.

Share This Article