Kamîreya Rojava TV berê xwe da kolanên Reqayê û nêrînên şêniyan ji bo sala nû ya 2025’an girt.
Şêniyan destnîşan kirin ku daxwaza wan a bingehîn gihiştina Sûriyeke demokratîk e ku gel tê de bi hezkirin û aştî bijî.
Sala 2024’an li ba welatiyên bakur û rojhilatê sûriyê yek ji wan salên tijî êş bû, ji ber rewşa koçberiya rû daye û êrîşên sîstematîk ên ku dewleta tirk û çeteyên wê ve pê rabûne.
Lê di heman demê de saleke geşbîniyê jî bû ku şervanên QSD’ê û YPJ’ê têkoşîneke bêhempa li dijî dagirkeriyê dan meşandin.
Bi destpêkirina sala nû re gel li bendê ye ku ew bibe sala kêfxweşiyê û pêkanîna armancan, her weha bibe saleke aştiyane ji bo hemû sûriyê.
Li bajarê reqayê, kamîreya rojava tv berê xwe da kolanan û nêrînên gel ji bo sala 2025an şopand.
Her weha welatiyan anîn ziman ku sala par li ba wan gelek zehmet bû, lê ew bawerin ku 2025 wê bibe sala derketina ji aloziyê.
