LI KOBANÊ JI BO 2 ŞEHÎDAN MERASÎMEK GIRSEYÎ HATE LI DAR XISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan şêniyê herêma Firatê ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd Fêmê Donxiz li goristana şehîd Dîcle merasîmek li dar xistin. Her wiha ji bo şehîd Alan Bexdik jî merasîmek xiyabî li dar xistin.

 

Endamê Cebhet El Ekrad Fêmê Donxiz bi nasnav Silo Mihemed 22’ê Nîsanê li Minbicê dema li ser erka xwe bû şehîd bû. Her wiha Endamê TEV-DEM’ê Alan Bexdik bi nasnav Mihemed Mihemed di 9’ê Nîsanê de li Şengalê şehîd bû.

Bi sedan kes ji saziyên sivîl û dezgehên Rêveberiya Xweser a herêma Firatê berê xwe dan goristana Şehîd Dîcle da ku beşdarî merasîmê bibin.

Di merasîmê de axaftin ji aliyê Kongra Star a Navçeya Şêran, Rêveberên Cebhed El Ekrad û Partiya Yekîtiya Demokrat ve hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û diyar kirin ku ew ê bi saya şehîdên xwe azadiyê teqez bikin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd Fêmê Donxiz bi berzkirina dirûşme spartin axê.

Share This Article