Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro civîneke berfireh bi xelkê bajarê Minbicê re li dar xist û tê de girîngtirîn pirsgirêkên bajêr û rêyên çareserkirina wan gotûbêj kir.
Di civînê de hejmareke şêxên eşîrên bajarê Minbicê, rewşenbîr û siyasetmedar amade bûn.
Di civînê de rewşa ewlekarî ya deverê hate nirxandin û pêşniyar hatin pêşkêş kirin.
Di nava pêşniyariyan de hatiye gotin, divê hemahengiya di navbera hêzên ewlekariya hundirîn û saziyên sivîl de were xurtkirin, da ku rê li pêşiya hemû rûdanan were girtin.
Endama Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê Hilo Menbic jî di civînê de diyar kir ku armanca civînê wergirtina nêrîn û pêşniyarên gel û dîtina çareseriyên pirsgirêkan e.
HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN BI RÛSPÎ Û XELKÊN KANTONA MINBICÊ RE CIVIYA
