Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê îro bi daxuyaniyekê êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî her du şagirtên li Eyn Îsayê şermezar kir û bang li UNICEF`ê kir ku berpirsiyariyên xwe bîne cih.
Di daxuaiyê de hat gotin ku, êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî zarok, sivîl û Akademiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrîşên hovane ne.
Her wiha di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û rêxistina UN hat kirin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk berpirsiyariyên xwe bîne cih, sînorekî ji dewleta Tirk a dagirker re deyne û li ser sûcên şer ên kirine hesabê jê bipirse.
Duh dewleta Tirk a dagirker gundê Mesturê yê navçeya Eyn Îsayê bi obîsan topbaran kir, di encamê de herdu zarokên bi navê Nadiya El Eyaş a 10 salî û Elî El Eyaş a 9 salî şehîd bûn.
