Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li qada avahiya desteyan a Reqayê, 7’emîn salvegera damezirandina xwe bi şahiyekê pîroz kir.
Nûnerên MSD’ê, Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk, PYD’ê, QSD’ê û deste û saziyên rêveberiyê tev li şahiyê bûn.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hisên El Osman di şahiyê de axivî û got: “Ev bone, ji bo bîranîna têkoşîna hevbeş a gelên herêmê, dîrokî ye”.
El Osman, QSD, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn silav kirin û bi “benda asê li hember terorê û kilîta îstiqrara herêmê” pênase kir.
Dûre hevserokê MSD`ê Mehmûd El Mislet jî destnîşan kir ku ji bo MSD, Rêveberiya Xweser bingeha siberoja Sûriya nû ye.
Şahî bi pêşandana berhemên hunerî bi dawî bû.
