DESTEYA JIN A HERÊMA FIRATÊ CIVÎNA XWE YA SALANE LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Jin a Herêma Firatê, bi amadebûna rêveberên deste û komîteyên Rêveberiya Xweser, civîne xwe ya salane li dar xist.

Civîn li hola civînan a Encumena Cîbicîkar a li bajarê Kobanê hat lidarxistin.

Di civînê de geşedanên siyasî yên dawiyê hatin nîqaşkirin. Her wiha raporên deste û komîteyên girêdayî desteya jin hatin nirxandin.

Jinan rewşa xwe ya rêxistinî, astengiyên ku li pêşiya wan derdikevin û çawaniya pêşxistina kar nîqaş kirin.

Paşê beşdaran nêrîn û pêşnîyarên xwe bi parve kirin.

Share This Article